Îranê Tengava Hurmuzê jinûve girt

Îranê li hemberî dorpêça DYE'yê ya li ser bendergehên wê, kontrola li ser Tengava Hurmuzê jinûve şidand. Biryar çend roj beriya bidawîbûna dema agirbestê hate dayin.

Îranê ragihand ku kontrola li ser Tengava Hurmuzê jinûve şidandiye ku tengav ji aliyê bazirganiya enerjiyê ya navneteweyî ve krîtîk e. Rêveberiya Tehranê diyar kir ku ev gav weke bersiva li dorpêça Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li ser bendergehên Îranê ye.

Muxafizên Şoreşê yên Îranê hişyarî dan ku keştiyên bazirganiyê yên nêzî tengavê bibin dikarin bibin hedef. Hate gotin, piştî daxuyaniyê sê keştiyên hewl dan derbas bibin bûn hedef. Serokê DYE'yê Donald Trump jî Îran bi kirina 'şantajê' sûcdar kir.

Jinûve girtina Tengava Hurmuzê ku yek ji pênc parên bazirganiya gaz û petrolê ya cîhanê jê derbas dibe, li nava bazara global jinûve bû sedema fikaran.

Ev gav di demeke wekê de hate avêtin ku di navber Îran û DYE'yê de danûstandinên dîplomatîk dewam dikin. Herdu alî 12'ê Nîsanê li Îslamabadê li hev civiyan, lê encamek ji civînê nehate bidestxistin. Ji bo jinûve destpêkirina danûstandinan hewldanên aktorên herêmî jî dewam dikin.